Di navbera Amerîka û Tirkiyê de krîzeke nû derket!
PeyamaKurd – Cezakirina karmendê Konsûlxaneya Amerîka ya Stenbolê Metîn Topûz bi 8 sal û 9 mehên girtîgehê, wekî mijara girtina keşayê Amerîkî Andrew Brunson bû sedema krîzeke nû di navbera herdu welatan de.
Piştî ku doh dadgeha Tirkiyê bi hinceta girêdana bi FETOyê re biryara cezakirina Metîn Topuz da, Balyozxaneya Enqere ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî wê biryarê da.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî li dijî wê biryara girtina karmandê konsûlxaneyê derket û diyar kir ku Amerîka ji wê biryarê gelekî aciz e û ev çalakîya girtinê derbekê li têkiliyên Amerîka-Tirkiyê dide.
Pompeo herwiha got ku ti delîleke pêbawer ji bo girtina wî nîne û hêvî dikin di zûtirin demê de ew biryara dadgehê were xirakirin.
Ji aliyê xwe Wezareta Derve ya Tirkiyê jî rexne li bertek û helwesta berpirsên Amerîkî ya derbarê nerazîbûna girtina Metîn Topûz de nîşan da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy da xuyakirin, divê maneyeke siyasî li girtina Topûz neyê kirin û mafê wî kesî heye ji bo xirakirina biryara dadgehê di nav 7 rojan de serî li dadgeha îstinafê bide.
Aksoy herwiha dide xuyakirin ku Metîn Topûz ne tekane kes e di nûnertiyên Amerîkayê de kar dike û girêdana wî bi FETOyê re heye û got, di çarçoveya hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an de kesekî bi navê Arîf Yalçin ku di balyozxaneya Amerîkayê de kar dikir jî Cotmeha sala 2018an hatiye girtin û niha li girtîgeha Silîvrî ye.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye wekî mijara keşa Brûnson dixwaze bi rêya girtina wan karmendên Balyozxaneyên Amerîkayê yên li Tirkiyê fişarê li ser rêveberiya Amerîkayê bike.
Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, di serî de mijara kirîna S-400ên Rûsî û hinek mijarên din ên wekî li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya hêzên Kurd ji aliyê Amerîkayê ve bûne sedema nakokiyê di navbera herdu aliyan de.
Keşe Brûnson jî sala borî piştî pêwendiyeke telefonî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hatibû berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin