Endamên G7 hisyariya tund dan Rûsya û Îranê
PeyamaKurd – Dewletên endamên G7 hişyariya tund dan Rûsya û Îranê. Di hişyariyê de hat şermezarkirin ku dewleta Îran îxracata fuzeyên balistik dike Rûsyayê û di mijarê de desteka Rûsyayê ya ku dide Îranê. G7 gotin ku divê Îran desteka leşkerî ya ku dide Rûsyayê rawestîne.
Wezîrên karên derve yên DYA, Îngîltere, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Japonyayê û nûnerê YEyê Josep Borrell bi hevkarî daxwuyanî dan. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Em îxracata Îranê ya fuzeyên balistik ya ji bo Rûsyayê û desteka Rûsyayê ku ji bo fuze amade bike ya dide Îranê, bi tundî şermezar dikin. Nîşane hene ku Îran fuzeyan dide Rûsyayê û di şerê Rûsya-Ûkrayna de desteka Îranê ya ji bo Rûsyayê her diçe zêdetir dibe.
Rûsya ji bo sîvîlên Ûkraynayê bikuje û li avahiyên heyatî yên Ûkraynayê bixe çekên Îranê yên wekî dronan bikaraniye. Êrîşkariya Rûsyayê îhlala şertên NY û îhlala hûqûqa navdewletiye.
Divê Îran, desteka ku di şerê Rûsya-Ûkrayna de dide Rûsyayê yekser rawestîne. Teknolojiya ku dide Rûsyayê Ewrûpayê tehdîd dike û ewlehiya Ewrûpayê dixe talûkê.
Di mijarê de em hesabê van kiryaran ji Îranê dipirsin û me dest pêkir ku bi tedbîrên nûh bersiva Îranê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin