Endamên DÎSKê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê xwestin biçin Taksîmê, polîsan mudaxele kir

01 May 2020 12:15 0 dîtin
Endamên DÎSKê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê xwestin biçin Taksîmê, polîsan mudaxele kir

PeyamaKurd - Polîsan di saetên sibehê de avahiya Navenda Giştî ya DÎSKê û Arzu Çerkezoglu jî tê de 25 rêveber û endamên sendîkayê yên xwestin biçin Taksîmê desteser kirin.

Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu, jî tê de 25 kes li ber avahiya Navenda Giştî ya DÎSKê ya li Şîşliyê hatin desteserkirin. Rêveber û endamên DÎSKê ji bo pîrozbahiya 1ê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanî xwestine biçin Qada Taksîmê.

DÎSKê derbarê wê pêşhatê de got, “Di 1ê Gulanê de êrîşî karkeran dikin. Polîsan li ber Avahiya Giştî ya DÎSKê êrîşî rêveberên DÎSKê û sendîkayên bi wê ve girêdayî kiriye.”

Arzu Çerkezoglu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Em hatin desteserkirin. Îro li çar hawirdorên Tirkiyeyê hevalên karker dixebitin û ew pergala civakî xera nabe, lê pîrozbahiya 1ê Gulanê dikare pergala civakî xera bike.”