400 endamên Kongreya Amerîkayê ji Trump xwestin, 'Kurdan bitenê nehêle'

21 May 2019 15:27 0 dîtin
400 endamên Kongreya Amerîkayê ji Trump xwestin, 'Kurdan bitenê nehêle'

PeyamaKurd – Ji 535 endamên Kongreya Amerîkayê 400 endaman nameyeke vekirî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz kirin, Amerîka rola xwe ya tunekirina terorê li Sûriyê dewam bike û hevkarên xwe yên Kurd jî bitenê nehêle.

Endamên Kongreyê gotin, “DAIŞ li Sûriyê hîn bi dawî nebûye û ev yek cihê metirsiyê ye.”

Di daxwaznameya ku ji 535 endamên kongreyê 400 endaman îmze kiriye de, hişyariya metirsiya DAIŞê û komên terorîst ên li Sûriyê hat dayîn û ji bo gefên li ser hêzên Kurd jî wiha hat gotin:

“Di demeke ku hevkarên me yên herî nêzîk di şerê tunekirina terorê li Sûriyê dikin, Hêzên Sûriya Demokratîk rastî gefan tên, Amerîka hîn piştevaniya xwe bi van hevkaran re teqez dike û dê weke berê piştevaniya xwe dewam bike.”

Endamên Kongreyê herwiha bal kişandin ser rola Îranê li Herêmê û diyar kirin ku divê rê li ber berfirehbûna desthilatdariya Îranê li herêmê were girtin.