Endeksa Astiya Cîhanê: Ew welat, di rêza 147emîn de ye
PeyamaKurd- Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP) ku navenda wê li Awusturalyayê ye, Endeksa Aştiya Cîhanê ya 2023yan eşkere kir. Li gorî endeksê, Tirkiye di nav 163 welatan de di rêza 147an de ye.
Tirkiyeyê jî vê pêngavê bi Îranê re parve kir. Di lîsteyê de tenê li bin Tirkiye û Îranê Koreya Bakur cih girt. Tirkiye di kategoriya Ewropayê ya ku 36 welat tê de cih digire de cih girt.
Îzlanda di rêza yekem de ye
Endeksa ku welatê "herî aram" wekî Îzlanda destnîşan dike, li ser 23 nîşanan pêk tê.
Di nav van nîşanan de faktorên wekî mirina di pevçûnên li navxwe û derveyî welat, rêjeya kuştinê, asta çekan, îxracata çekan, teror, aramiya siyasî û hejmara girtiyan hene.
Di raporta ku bi endeksê hatiye weşandin de hat diyarkirin ku ji bilî hêzên mezin ên wekî Amerîka, Rusya û Çîn, aktorên herêmê yên wekî Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Îranê niha her ku diçe zêdetir dixwazin li derveyî hawirdora xwe ya nêzîk rol bilîzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin