ENKS: Brownstein soza rakirina astengiyan da, tîma dîplomasî ya Amerîka tê Rojavayê Kurdistanê

10 November 2021 16:21 0 dîtin
ENKS: Brownstein soza rakirina astengiyan da, tîma dîplomasî ya Amerîka tê Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) eşkere kir ku, Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein diyar kiriye, tîma dîplomasî ya Amerîkî dê di demeke nêzîk de vegere herêmê.

Desteya Serokatiya ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand, “Li ser daxwaza Balyozê Amerîkî David Brownstein, roja 9ê Mijdarê hevdîtinek di navbera wî û Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de bi awayê “online” hate kirin.”

ENKSê da zanîn, di civînê de hejmarek mijarên girîng hatin guftûgokirin û aliyê Amerîkî tekezî li ser berdewamiya hebûna Amerîka ya leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê kir, ji bo rêgirtina li vegera DAIŞê, dabînkirina aramiyê li herêmê û piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî.

ENKSê diyar kir, Brownstein tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi serperiştîkirina danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de kir.

ENKSê bi bîr xist: “Brownstein pabendbûna welatê xwe bi belgeya garantiyê ya ku bi serkirdeyê HSDê Mezlûm Ebdî re îmze kiriye û bicihanîna naveroka wê û piştre rûniştina li ser maseya danûstandinan kir.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di civînê de li ser binpêkirinên li dijî ENKSê, girtina endamên wê, gefên berdewam li ser malbatên Pêşmergeyên Roj û girtina deriyê Sêmalka di rûyê serkirde û endamên ENKSê de hat rawestandin û Balyozê Amerîkî soz da hemû van mijaran bi serkirdayetiya HSDê re gotûbêj û çareser bike.

Herwiha hat destnîşan kirin: “Balyozê Amerîkî diyar kir, di demeke nêzîk de tîma dîplomasî ya Amerîkî dê vegere navçeyê û dê kar ji bo nehîştina wan astengiyên li pêşiya danûstandinên Kurdî hene bike.”

Serokatiya ENKSê jî spasiya Amerîka ji ber parastina ewlehî û aramiyê li navçeyê û nehiştina her destêwerdaneke derveyî kir.