Avustralya, ji Çînê daxwaza rakirina astengiyan dike
PeyamaKurd- Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese, beriya beşdariya Lûtkeya Asyaya Rojava, daxuyaniyek da çapemeniyê. Anthony Albanese bi rêya daxuyaniyê ragihand ku ew ê li ser rakirina astengiyên bazirganiyê, ligel Serokê Çînê biaxive.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, beriya ku Serokwezîrê Awustralyayê beşdarî lûtkeyê bibe, li ser daxwaza ku dê ji Serokê Çînê Şi Cinping bike got ku
“Em ê herdu jî di nav 9 rojên pêşiya me de beşdarî 2 konferansan bibin. Ez ê hevdîtineke ku dê vê pêvajoyê de were kirin, bi kêfxweşî pêşwazî bikim.”
Serokwezîrê ku di dewama axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên Çînê yên danîne ser bazirganiya bi milyar dolaran û diyar kir ku bi rakirina van astengiyan re ew ê têkiliyên navbera herdu welatan asayî bibin û ev jî ji bo wan di rêza pêş de ye.
Pêwendiyên navbera Çîn û Awustralyayê, di mehên dstpêka Covid-19ê de dest pê kiribû û rêveberiya Pekînê, sînor danîbûn ser berhemên hawirdekirî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin