Zelenskiy ji serokê Çînê daxwaza hevdîtinê kir: Dikare ser rawestîne!
PeyamaKurd – Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di daxuyaniya xwe ya dawî de daxwaz ji Çînê kir ku ji bo bidawîkirina şerê ligel Rûsyayê hevdîtineke yekser bi Serokê Çînê Xi Jinping re pêk bîne.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di hevpeyvîna ligel South China Morning Post de got ku ew dixwaze li ser navê bidawîkirina şer bi Xi Jinping re hevdîtineke yekser pêk bîne û destnîşan kir: “Çîn dikare şer rawestîne.”
Zelenskiy bal kişand ser ku Çîn endama daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ye, dewleteke bihêz, xwedî aboriyeke bihêz û dikare bandora siyasî û aborî li ser Rûsyayê bike.
Herwiha Zelenskiy da zanîn ku dixwaze bi serokê Çînê re biaxive ku herî dawî salek berî axivî ye û got, helbet pir dixwazim Çîn helwesta xwe ya bo Rûsyayê li ber çavan derbas bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin