Esed ji bo daxwaza Erdogan a hevdîtinê sertên xwe dubare kir

16 July 2024 13:42 0 dîtin
Esed ji bo daxwaza Erdogan a hevdîtinê sertên xwe dubare kir

PeyamaKurd - Serokê Sûriyeyê Beşar Esed got ku ew dikare bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive, lê belê divê her du welat li ser mijarên bingehîn ên wek piştgiriya Enqereyê ya ji terorîzmê re û ji axa Sûriyeyê vekişîna artêşa Tirk li hev bikin.

Esad di kêliya ku hilbijartinên parlementa Sûriyeyê dewam dikirin de li Şamê pirsên rojnamevanan bersivand û di derbarê daxwaza Erdogan a ji bo hevdîtinê de got: "Pirsgirêk ne hevdîtin e, naveroka hevdîtinê ye."

Esad, di dîmenên wî yên daxuyaniyê ku ji aliyê Serokatiya Sûriyeyê ve hatin weşandin de got: "Eger li ser bingeha pirsgirêkê neyê axaftin, wateya hevdîtinê tune ye."

Rêberê Sûriyê diyar kir ku ew ê bersiva erênî bidin hemû destpêşxeriyên ku ji bo baştirkirina pêwendiyên dualî, lê belê berî her tiştî divê bingeha van gotûbêjan bê diyarkirin.

Tirkiyeyê di sala 2011an de, dema ku şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir, têkiliyên xwe yên bi Şamê re qut kir û piştgirî da komên tundrew ên selefî ku dixwestin desthilata Esed hilweşînin.

Şam, komên çekdar ên ku Enqere piştgirîya wan dike wek terorîst bi nav dike.

Enqereyê du deverên Rojavayê Kurdistanê (bakurê Sûriyeyê)  dagir kiriye.