Lavrov: Me daxwaza hevdîtinên rasterast li Kurdan û Esed kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, da xuyakirin ku wan derheqê parastina mafên Kurdên Sûriyê de bi zelalî axivî ye.
Lavrov di civîna rojnamevanî ya Moskowê ya îro de ku piştî hevdîtina Serokê Rêxistina Hevkariya Îslamî Yusuf Bin Ahmed El Useymim encam da, li ser pirsa peyamnêrê K24ê derbarê danûstandina Kurdan bi rêveberiya Beşar Esed re wiha axivî:
“Me ji bo hevdîtinên rasterast di navbera kurdan û hikûmeta Sûriyê de pêk werin, daxwaz kir. Em vê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û em li ser parastina mafên Kurdên Sûriyê bi zelalî axivîn.”
Wezîrê rûsî destnîşan kir ku kurdên Sûriyê girîngiyê didin destpêkirina hevdîtinên ligel hikûmetê û da zanîn, “Pêwîste hevdîtin di çarçoveya parastina yekparçebûna Sûriyê de bên kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin