Hacî Mehmûd: Ew kesên daxwaza sandina mûçeyan rasterast ji Iraqê dikin bila serm bikin

05 October 2023 11:35 0 dîtin
Hacî Mehmûd: Ew kesên daxwaza sandina mûçeyan rasterast ji Iraqê dikin bila serm bikin

PeyamaKurd – Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir, ew kesên ku daxwaza şandina mûçeyan rasterast ji Iraqê dikin, bila şerm bikin.

Mihemed Hacî Mehmûd ji K24ê re daye zanîm: “Hinek serkirdeyên Iraqî dixwazin miletê me bixeniqînin û çavkaniyên dahata wî hişk bikin.”

Daxuyaniya Mihemed Hacî Mehmûd, piştî wê de, demek e hin alî daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê rasterast mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bikin.

Herwşha li gorî yasanas û pisporan jî, ev yek berûvajî destûra Iraqê ye û Herêma Kurdistanê qewareyeke yasayî û destûrî ye. Divê hemû danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi rêya saziyên fermî yên her du hikûmetan de bên kirin.