Daxwaza Amerîka ji bo serrastkirina qanûna kesên wenda li Iraqê

31 August 2024 12:03 0 dîtin
Daxwaza Amerîka ji bo serrastkirina qanûna kesên wenda li Iraqê

PeyamaKurd – Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski daxwaz ji rayedarên pêwendîdar ên Iraqê kir ku yasaya derbarê kesên revandî û wenda de serast bikin.

Balyozê Amerîkayê Romanowski ji bo Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendakirina Bi Zorê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyamek parve kir.

Romanowski daxwaz kir ku guhertin di yasaya wendayî ya Iraqê de were kirin daku xelk bikarin bi rûmet û ewlekarî di civakên xwe de bêyî tirsa revandinê bijîn.

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Claudio Cordon di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka wendayan li Iraqê di nava hemahengiyê de ne û bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku hemahengiyê bikin.

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 21ê Kanûna 2010an de bi biryara xwe ya bi hejmara 65/209ê roja 30ê Tebaxê wek Roja Cîhanî ya Qurbanên Wendakirina Bi Darê Zorê ragihand.