PZKê name ji Erdogan re sand û ji bo fermîkirina statuya Kurdî daxwaza hevdîtinê kir

01 February 2021 17:14 0 dîtin
PZKê name ji Erdogan re sand û ji bo fermîkirina statuya Kurdî daxwaza hevdîtinê kir

PeyamaKurd - Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi mebesta fermîkirina statuya zimanê kurdî nameyek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re şand. Di nameyê de ji Erdogan daxwaza hevdîtinê hat kirin û hat xwestin, ji bo berdewama reformên berê ji bo ziman pêk hatibûn zimanê kurdî jî bigihîje statuyeke fermî.

PZKê berî niha jî ji Saziya Zimanê Tirkî (TDK) re nameyek şandibû û xwestibû ferhenga kurdî were çapkirin û ofîsek ji bo zimanê kurdî li Diyarbekirê were vekirin.

Di nameya ku ji aliyê Berdevkê PZKê Şerefxan Cizîrî ve bo Erdogan hatiye şandin de, fermîkirina statuya zimanê kurdî û bi gotinên Erdogan daxwaza wekheviya zimanan tê xwestin.

Erdogan di Merasîma Xelatên Taybet a 2019-2020an a Wezareta Çand û Turîzmê ya di 22yê Çile de, li Koşka Serokomariyê axivîbû û behsa parastina zimanê tirkî kiribû ku PZKê jî piştî wan daxuyaniyên Erdogan jê re nameyek şand.  

Di nameya ku bi navê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrê ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hatiye şandin de wiha tê gotin:  

“Birêz Erdogan, 

Em bi dil û can tevlî van gotinên we yên derbarê ziman de dibin. Ji ber ku mijara me ziman e, em têkildarî zimanê kurdî van daxwazan dikin: We zimanê tirkî wek zimanê fermî û perwerde-hindekariyê diyar kir ku bi pirsgirêkan re rûbirû ye; ev 100 sal e zimanê kurdî bi asîmîlasyonê re rûbirû ye û niha zimanê kurdî bi hebûn û tunebûnê re hatiye astek krîtîk. Wek ku hûn jî her tim diyar dikin, asimilasyon sûcê mirovahiyê ye. Kî vî sûcî dike hemû bi hev re em li dij helwesta xwe deynin. Em bi asîmîlasyonê re têbikoşin.  

Tenê ne li bajarê wek Stenbol, Enqere, Çûkûrovayê, li bajarên gelê kurd lê dijî û heta li gundan jî zimanê kurdî ji zimanê ragihandin û axaftinê hêdî hêdî derdikeve! Ji ber vê yekê jî ferd, malbat, civak û çanda miletê kurd û siberoja wan bi rîskek mezin re rûbirû ye! 

Birêz Erdogan; 

Zimanê kurdî hebûn û nasnameya ji bist û pênc milyon zêdetir miletê kurd temsîl dike û em dixwazin zextên li ser zimanê kurdî werin rakirin. Di serdema Serokwezîriya we de jî ji bo vê qadê reform hatin kirin, gav hatin avêtin. Ji bo ev reform bidomin divê zimanê kurdî bigihîje statûyek fermî. Li nexweşxaneyan, bankayan, şaredariyan, saziyên dewletê, Rêya Hewayî ya Tirk û her wekî din û cihên aydî cemaweriyê divê kurdî wek zimanê ragihandinê were axaftin, ji bo ku zimanê kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê û hîndekariyê, em daxwaz dikin ku ya pewîst ji aliyê we ve were kirin.  

Me wek Platforma Zimanê Kurdî gelek caran xwest xwe bigihînin we û rêveberên Ak Partiyê. Lê mixabin hewldanên me bêencam man. Her wiha em daxwaz dikin ku ji bo van daxwaz û meseleyên xwe ji were ragihînin li gel we hevdîtin pêk bînin.”