Serokwezîrê nû yê Swêdê ji Erdogan re nameyek sand
PeyamaKurd – Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson ji Erdogan re nameyek şand û diyar kir: “Ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de bi we re li ser NATOyê hevdîtineke berfireh bikim. Em amade ne di demeke guncaw de bên Enqerê.”
Çapemeniya Swêdê da zanîn, Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re nameyek şandiye û tê de ragihandiye ku ew amade ne biçin Enqerê.
Herwiha rojnameya Aftonbladet eşkere kir, Kristersson do bi rêya Balyozxaneya wî welatî ya Enqerê ji Erdogan re nameyek şandiye.
Di berdewamiyê de Kristersson destnîşan kiriye, ew fikarên Tirkiyeyê cidî werdigrin û got: “Em pirsgirêkên ewlehiyê yên Tirkiyê pir cidî digrin. Em dixwazin di têkoşîna li dijî terorê de bi hemû şekl û diyardeyên wê, gefên ku ji PKK û rêxistinên din ên terorê û şaxên wan tên jî hevkariyê bikin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ser heman mijarê axivî û diyar kir: “Serokwezîrê nû yê Swêdê daxwaza randevûyê kir. Min ji hevalan re got `randevuyê bidin, bila bê`. Em ê li welatê me pê re van mijaran gotûbêj bikin. Di vê mijarê de nêrîna me neguheriye. Divê ev terorîstên ku bi vî rengî ceza li wan hatiye birîn, bên girtin û radestî me bikin. Heya ku ev kes ji me re neyên radestkirinn, ev yek di qonaxa parlamentoyê de nameşe. Şêweyê nêzîkatiya serokwezîrê nû yê niha alîgirê têkoşîna dijî teror û terorîstan e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin