Konseya Dêrên Dinyayê bo Erdogan nameyekî sand

12 July 2020 00:01 0 dîtin
Konseya Dêrên Dinyayê bo Erdogan nameyekî sand

PeyamaKurd- Konseya Dêrên Dinyayê bo serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, di derbarê Ayasofya yê de ku niha kirine mizgeft nameyekî şand. Ayasofya li Îstenbolê heya niha muze bû û bi biryarekî Tirkiyê wê kir mizgeft.

Konsey di nameya xwe de got ku divê Tirkiye ji biryara xwe dagere û biryara wan dikare bibe perçebûna olan û bo grûbên din yên olî bibe mînakekî talûke. Konseya ku name şandiye, navenda wê Cenevreye û name bi navê cîgirê serokê koneseyê Prof. Dr. Ioan Sauca hatiye şandin. Di nameye de weha hatiye gotin:

“We, bi kiryara xwe ya ku muzeya Ayasofyayê kir mizgeft, we, wan nîşanên zelaliya Tirkiyê yên erênî berevajî kir û we kir îşaretên cudakariyê û veqetandinê.”

Di nameyê de tê gotin ku Tirkiyê fikra UNESCO yê nestendiye û biryarekî weha daye, hem konsey bi biryarê xemgîn bûye. Sauca di nameye de weha dewam dike:

“Konseya me endîşe dike ku hinek grûb dixwazin statukoya heyî ya Ayasofyayê biguhêrin, civakên olî ji hev perçe bikin û vê kiryarê îlhamê bide daxwazên wan grûban. Em dixwazin hun ji nû de bifikirin û ji biryara xwe dagerin.”