HRWê daxwaza rakirina cezayên ser Sûriyê kir

19 February 2025 19:38 0 dîtin
HRWê daxwaza rakirina cezayên ser Sûriyê kir

PeyamaKurd - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a bi ser Neteweyên Yekbûyî ve (HRW) diyar kir ku cezayên li ser Sûriyê xebatên jinûveavakirinê asteng dikin û bang li Amerîka, Yekitîya Ewropa û Brîtanyayê kir ku cezayan rakin.

Lêkolînera yekemîn a karûbarên Sûriyê ya HRWê Hîba Zeyadîn got, piştî 13 salan ji şer û wêraniyê, pêdiviya Sûriyê bi avedankirinê heye, lê cezayên heyî dibin asteng.

Zeyadîn bal kişand ser cezayên li ser Sûriyê û da zanîn: “Cezayên li ser Sûriyê bûn sedema kêmbûneke mezin a sotemeniyê, hilweşîna binesaziyê û dijwarbûna gihandina alîkariyan.”

HRWê da xuyakirin, divê gavên cidîtir wekî “tevlîkirina Sûriyê di pergala diravî ya cîhanê de, bidawîkirina qeydên bazirganî yên li ser pêdiviyên bingehîn û pêşkêşkirina garantiyên qanûnî ji bo saziyên diravî” bêne avêtin.