Kaja Kallas: Rakirina cezayên ser Sûriyê girêdayî gavên HTSê ye
PeyamaKurd - Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê ‘Kaja Kallas’ got ku rakirina cezayên Ewropayê yên li ser Sûriyê bi gavên rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve girêdayî ye.
Kaja Kallas diyar kir, divê rêveberiya demkî ya Sûriyê HTŞ êdî pêvajoya veguhestina aştiyane û berfireh ku hemû pêkhateyan diparêze bide destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye, di nîvê vê mehê de, Kallas dîsa bal kişandibû ser şert û mercên pêwîst ji bo rakirina cezayên di heyama rejîma Esed de li ser Sûriyê hatine sepandin û eşkere kiribû, di nav wan cezayan da 318 kes, 86 rêxistin û kompanî di bin dorpêçên Ewropî de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin