ENKSê li Qamislo plana xwe ya nû ya siyasî gotûbêj kir
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), piştî diyarkirina Desteya Serokatiyê ya nû yekem civîna xwe li Qamişloyê li dar xist.
Hate ragihandin ku di civînê de, Desteya Serokatiyê plana nû ya siyasî gotûbêj kir.
Endamê Desteya Giştî ya ENKSê Ednan Bozan derbarê civînê de ji medya Kurdistanê re ragihand ku ji ENKSê tê xwestin ku baweriya gel bi xwe vegerîne û ji ber wê jî ew danîna planeke nû ji bo nêzîkkirina ENKSê ya gelê Kurd gotûbêj dikin.
Hêjayî gotinê ye, Desteya Serokatiya ENKSê roja 13ê Mijdarê civiyabû û erkên nû li ser endamên nû belav kiribû û serokekî nû hatibû destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin