Erdhejeke bihêz îro li Îranê çêbû
PeyamaKurd – Erdhejeke bihêz îro 17.05.2021ê li navçeya Sinixwast a ser bi parêzgeha Xorasan a bakurê Îranê ve çêbû.
Li gor malpera Mîhir a Îranê, îro di saet 03:34 li gor dema Îranê erdhejek bi hêza 5.5 li navçeya Sinixwast a ser bi parêzgeha Xorasan a bakur çêbûye.
Heman çavkanî dide zanîn, ew erdhej 16 kîlometre di binê erdê de pêk hatiye û ti ziyaneke canî çênebûye û heta niha di derbarê ziyanên madî de, zanyariyên hûr nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin