Li Îranê erdhejeke bihêz çêbû

29 May 2021 12:58 0 dîtin
Li Îranê erdhejeke bihêz çêbû

PeyamaKurd – Li 3 parêzgehên Îranê yên Buşehr, Fars, Kîhgîluye û Bûyir Ehmedî, îro erdhejeke bihêz çêbû.

Li gor zanyariyên navenda erdhejên Îranê, îro 29.05.2021ê di saet 06:24an de, li gor dema Îranê erdhejeke bihêz a 4.6 li navçeya Îmam Hesen a li bakurê parêzgeha Buşehr çêbûye û herwiha parêzgehên Fars, Kihgîluye û Bûyr Ehmed jî hejandine.

Li gor heman çavkaniya navenda wê erdhejê, bajarê Îmam Hesen a li bakurê Buşehr e, herwiha 13 kîlometreyan di bin erdê de pêk hatiye.

Zanyariyên çapemeniya fermî ya Îranê didin zanîn, di erdhejê de ti ziyaneke canî çênebûye, lê nav gundên wê navçeyê tirs û xofeke mezin çêkiriye.