Erdogan: 85 milyon têr nake, pêdiviya me bi nifûsa zêdetir heye!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 26ê Cotmehê li Şûraya Malbatan a li Koşka Serokomariyê pêk hat de gotarek pêşkeş kir û li ser rojevê daxuyanî dan.
Erdogan, li şerê Hamas û Îsraîlê got ku ji 7ê Cotmehê ve qetlîamên xedar pêk tên û rexne li Amerîka û welatên rojavayî girt ku piştevaniya êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê dikin.
Erdogan got ku divê ji bo ragihandina agirbestê hîn çend ton bombe bikevin ser Xezeyê û diyar kir, divê wijdana gerdunî ji bo Xezeyê bikeve tevgerê.
Erdogan herwiha li ser mijara malbatê jî da zanîn ku li Tirkiyeyê temenê zewacê bilind dibe û hejmara hevduberdanê jî zêde dibe û got, “Wek Tirkiye nifûsa 85 milyonan têra me nake. Pêdivî bi zêdetir nifûsê heye. Dinyaya me her diçe kal dibe.”
Li aliyê din Cîgirê serokomar Cevdet Yilmaz jî îro Pêncşemê di daxuyaniyeke xwe de gotibû, ji ber ku di hin karên giran de xebatkar peyde nabin, divê Tirkiye zêdetir koçberan ji derve wergire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin