Erdogan: Bi îhtimaleke mezin ez û Joe Biden dicivin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya ji serdana Azerbaycanê de derbarê pêwendiyên bi rêveberiya Amerîka re de daxuyanî dan.
Erdogan li ser mijara hevdîtina ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden li Lûtkeya Roma ya G20an ku dawiya vê mehê birêve diçe got, “Niha xuyaye rojeva Romayê guherî ye. Bi îhtimaleke mezin ne li Romayê lê li Glasgowê wê hevdîtina me çêbe.”
Erdogan diyar kir ku wê di hevdîtina ligel Biden de mijara balafirên F-35 ku ji ber kirîna S-400ên rûsî Tirkiye ji bernameya wê hatiye derxistin û kirîna F-16 di rojeva civîna ligel Biden de hebin.
Erdogan got ku ew vê mijarê bi kesê asta herî bilind re ango bi Biden re biaxive wê wê baştir be û heger lihev bikin jî wê bikevin rêya rêketftinekê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 11 senatorên Amerîkayê yên ji Komarî û Demokratan pêk tên, nameyek ji Joe Biden re şandine û jê daxwazin dorpêçên ser Tirkiyê raneke û rê li ber firotina F-16an bo Tirkiyê veneke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin