Erdogan biryara Dadgeha Ewrûpayê nehesiband!

20 November 2018 21:59 0 dîtin
Erdogan biryara Dadgeha Ewrûpayê nehesiband!

PeyamaKurd - Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li ser biryara Dadgeha Ewrûpayê ji bo Selahattin Demirtaş got: "Biryarên Dadgeha Ewrûpayê me eleqedar nakin. Vê dadgehê heta niha der barê rêxistina terorê da gelek biryar dane. Hemû jî dijî me ne. Li hember wê em jî dikarin gelek tişt bikin. Em ê jî hemleya xwe bikin û kar kuta bikin."


Dadgehê biryar dabû ku Demirtaş bilez were berdan. Dadgehê diyar kir, girtina Demirtaş li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye û pêwîste were berdan.

DMMEyê herwiha di biryara xwe de diyar kir ku Demirtaş bi hincetên bêdengkirin û çewisandina muxalefeta dijî deshilatdariya Tirkiyê hatiye girtin û tê cezakirin.