Erdogan di rêya telefonê de bi Netenyahu re axifî
PeyamaKurd – Li ser biserketina hilbijartina li Îraîlê ya Benyamin Netenyahu, îro serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi hevre axifîn. Netenyahu bi sedema teqîna li Îstenbolê sersaxiyê da Erdoğan. Li gor ragihandina serokkomariya Tirkiyê Benyamîn Netenyahu ku ji bo avakirina hukumeta Îsraîlê hatiye erkdarkirin, bi telefonê li Erdoğan geriyaye û sersaxiyê xwestiye.
Erdoğan, bi sedema serkeftina Netenyahu ya di hilbijartinan de Netenyahu pîroz kiriye û xwestiye ku hilbijartin bibe wesîla pêşdeçûnên baş yen li herêmê û Îsraîlê. Her dû lîder li ser têkiliyên duqolî yên li ser berjewendiyên her dû welatan, dewama têkiliyan ji hev xwestine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin