Erdogan: “Em salekî perê xaza germkirina avê ji malan nastînin”

20 April 2023 23:21 0 dîtin
Erdogan: “Em salekî perê xaza germkirina avê ji malan nastînin”

PeyamaKurd – Bi sedema hilberîna xazê ya di Derya Reş de serokomarê Tirkiyê Recep tayip Erdogan weka mizgîniyekî ragihand ku wê ji bo mehekî ji avahiyên malbatan perê xazê nestîne û heya salekî jî mehê 25 m3 xazê belaş dibe malan.

Li gor agahiyên dawiyê; li Derya Reş 710 milyar m3 rezerva xazê derdikeve û bi bejahiyê re girêna wê kirine. Ji 10 bîrên xazê niha 5 bîrên wê dê bixebitînin. 5 bîr jî wê di meha êlûnê de dest bi xebatê bikin. Di dewra duyem de, wê di sala 2026an de dest bi xebatê bike û wê dewra sêyem de jî di sala 2028an de be. Para xazê di aboriya Tirkiyê de wê bigihê 35 milyar lîreyê Tirkiyê.