Erdogan: “Me 135 mîlyar m3 xaza nû kesif kir”

04 June 2021 22:19 0 dîtin
Erdogan: “Me 135 mîlyar m3 xaza nû kesif kir”

PeyamaKurd – Çend roje li ser çapemeniya Tirkiyê xeberekî heye ku dibêjin wê serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan di nêz de mizgînekî bide. Nihayet îro ji bajarê Zonguldak ê ew xeber hat:

“Keştiya me ya sondajê ya bi navê Fatih, li seha xazê ya bajarê Sakaryayê, di bîra Amasra-1 ê de bi mqdarê 135 mîlyar m3 ê keşfekî nû ya xaza xwezayî kir.”

Piştî Erdoğan vê xeberê da milletê, li ser hinek mijarên din ragihandinan kir. Di nav ragihandinên Erdoğan de ev hene:

-Erdoğan li Zonguldakê karibiye tetbîqata bi navê “Deniz Kurdu 2021” ê di der weşana video de bişopîne.

-Li Filyosê lîmaneka ku dikare barên giran yên keştiyên tonaja wan zêde lê ben danîn û barkirin tê avakirin. Veberhênan, îstîhdam, hilberîn, îxracat dê li wê derê bênkirin. Lîmana Filyosê dê karibe barê temamê rojhilatê Awrûpayê yê konteyniran, barên rokirî û bazirganiya barên ziwa bigre ser xwe. Lîmana Filyosê wê barê her du buhirên Tirkiyê sivik bike.

-Li gor reqemên Erdoğan, heya dawiya salê wê miqdarê îxracata Tirkiyê bigihê 200 mîlyar dolarî.

-Dewama daketina enflasyonê weka xebereka kêfxweşiyê navand.

-Filyos dê bibe ciyê girêdana saha xazê ya Sakaryayê. Wê bibe weka mala wê û hem bibe ciyê ku têkilî bi bejayiyê re tê danîn.

- Keşitya sîsmîkê ya Fatihê bi keşfa 135 mîlyar m3 xaza xwezayî re Tirkiyê dibe xwediyê 540 mîlyar m3 xazê.

-Xebatên li herêmê dewam dikin. Dibe xeberên nû ji herêmê derên.

-Bîrên ku bi keştiya Fatihê hatine vekirin, wê keştiya Kanûnî bo hilberînê amade bike. Xebat dibe di sala 2023 an de temam bibe. Eger tesîsa Filyosê biqede, wê bo sewqa xazê ya deryayê û bejayiyê bibe bingeha belavkirinê. Dê ev di 3 pêvajoyan de bibe:

1.Li ser zemîna deryayê tesîsên hilberîna xazê,

2.Avakirina tesîsa xazê ya hilberînê di bejayiyê de,

3.Avakirina xeta boruyê ya di navbera deryayê û bejayiyê de.

-Wê îsal 2 hezar megawatt enerjiya rojê û 2 hezar enerjiya bayê bi tevahî 4 hezar megwatt enerjî bê hilberîn.