Erdogan îro ji bo besdarî 16emîn Lûtkeya G20 bibe gihîst Romayê
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê, îro ji bo beşdarî 16emîn Lûtkeya G20 bibe, gihîşt paytexta Îtalyayê Romayê.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdarî lûtkeya G20 bibe, çû Romayê. Di nav şanda Tirkiyê de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettin Altun û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin cih girtin.
Yek ji pirsên sereke yên Lutkeya G20 ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, wê li Romayê bicivin an na. Li gorî zanyariyan, heta niha Biden tu randevûyek nedaye Erdogan.
Biryar e Lûtkeya G20 di 30 û 31ê Cotmeha îsal de li Romaya paytexta Îtalyayê bê sazkirin. Pişt re 31ê mehê Konferansa Neteweyên Yekbûyî ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê li bajarê Glasgow ê Scotlandê destpê dike û heta 12ê meha bê berdewam dibe.
Neteweyên Yekbûyî bi rêya vê konferansa salane, dixwaze hikûmetên welatan karê zêdetir ji bo rûbirûbûna diyardeya guherîna keşûhewayê bikin, ew jî bi rêya kêmkirina derxistina gazên zererbexş û piştgirêdana zêdetir bi enerjiya paqij.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin