Erdogan ji 10 balyozên welatan re: Gelo hûn çete, talançî, bikuj û terorîstan li welatê xwe azad dikin?
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, do bi daxuyaniyekê gefa derxistina hejmarek balyoz û dîplomatên welatên rojavayî ji Tirkiyê xwar, ku destpêka vê heftiyê daxwaz kiribûn, bazirgan û kesayetiyê navdar ê warê xêrxwaziyê Osman Kavala li Tirkiyê bê azadkirin.
Serokkomarê Tirkiyê diyar kir, Tirkiye neçar nîne mêvandariya balyozên welatên Amerîka, Keneda, Fransa, Finlanda, Danmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê bike, ku roja duşemê daxuyaniyeke hevbeş ji bo piştgiriya Osman Kavala belav kirin ku 4 sal e li Tirkiyê zindanî ye.
Balyozên wan welatan, di wê daxuyaniya hevbeş de, piştevaniya xwe ji bo kesayetiyê diyar ê warê xêrxwaziyê li Tirkiyê Osman Kavala nîşan dabûn ku di zindanê de ye û daxwaza azadkirina wî kiribûn.
Herwiha wan dîplomatan dabûn zanîn, girtina wî çalakvanê 64 salî, “tarîtî xistiye ser rêzgirtina li demokrasiyê, serweriya qanûnê û zelaliya sîstema dadweriyê li Tirkiyê.”
Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, rojek piştî daxuyaniya hevbeş a dîplomatên wan 10 welatan, ew dîplomatê ji bo Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hatin gazîkirin û hikûmeta Tirkiyê nerazîbûna xwe gîhand wan.
Erdogan amaje bi George Soros, milyarderê navdarê Amerîkî kir ku çendîn bîrdozên komployê li dijî wî çêbûne û ji rojnamevanan re eşkere kir: “Çima 10 balyozan ev daxuyanî dan? Ewên ku berevaniyê li wê bermahiyê Soros dikin, hewl didin ku ew bên azadkirin.”
Serokkomarê Tirkiyê diyar kir: “Min ji wezîrê xwe yê derve re gotiye ku em bextewer nînin ku wan li welatê xwe bihêlin.”
Erdogan ji wan 10 balyozan re got, ne karê wan e ku waneyan bidin Tirkiyê û wiha berdewam kir: “Gelo karê we ye waneyan bidin Tirkiyê? Hûn kî ne? Hûn dixwazin em Kavala azad bikin, gelo hûn çete, talançî, bikuj û terorîstan li welatê xwe azad dikin? Amerîka, Almanya, kîjanî karekî bi vî awayî kiriye? Nekirine û nakin jî.”
Serokkomarê Tirkiyê îdia herwiha îdîa kir, sîstema dadweriya Tirkiyê, baştirîn mînaka serxwebûna desthilata dadweriyê li cîhanê ye.
Osman Kavala ku li Parîsê ji dayik bûye, di Mijdara 2017an de bi tohmeta binpêkirin û hewldan ji bo hilweşandina Destûra Bingehîn a Tirkiyê û sîxuriyê hatibû girtin. Ew bi fînansekirina xwepêşandanên sala 2013an ên li Stenbolê dihat tohmetbarkirin, lê dadgehê ew ji wê tohmetê beraat kiribû. Lê Kavala careke din bi tohmeta beşdariya di hewla kûdetaya (darbeya) sala 2016an de ya li dijî Erdogan, hat girtin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2019an de biryara berdana Kavala dabû û Konseya Ewropayê jî hişyarî dabû Enqerê ku biryarê bi cih bîne yan jî wê pêvajoya dîsîplînê bide destpêkirin. Di hevpeyvîneke xwe ya dawî de ji AFP re, Kavala gotiye ku Konseya Ewrûpayê hêviya wî ya herî baş e ji bo serbestberdanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin