Mesrûr Barzanî bi balyozên du welatan re civiya

29 May 2024 17:54 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi balyozên du welatan re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Awustralyayê yê Iraqê Glenn Miles û Balyozê Koreya Başûr ê Hewlêrê Choi Sung-soo kir.

Di hevdîtina ligel balyozê  Awustralyayê de, girîngiya pêşxistina pêwendiyên dualî, parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna metirsiya terorîstan li navçeyê hate axaftin.

Herwiha pêwîstiya mijarên; çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingehê destûrê, dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêmê û girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di demeke guncayî hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtina ligel Konsulê Giştî yê Koreya Başûr de jî tekezî li ser pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreyê de hat kirin.

Balyozê Koreyê bal kişand ser pêwendiyên dostane yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de ku berî 20 salan tîma leşkerî ya Koreya (Zeytûn) hatibû Herêma Kurdistanê û têkiliyên fermî di navbera her du welatan de dest pê kiribûn û projeyên girîng li Kurdistanê pêk anîbûn, bi taybetî bi rêya Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Koreyê/KOICAyê.

Serokwezîr Barzanî spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevanî, hevkarî û beşdariya Koreya Başûr di prosesa geşepêdana Herêmê de nîşan da û tekez li ser girîngiya sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya wî welatî di warên curbicur de kir.