Mesrûr Barzanî bi balyozên welatan re civiya: Em ti carî rê nadin teror û tirsandinê!

02 November 2022 20:47 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi balyozên welatan re civiya: Em ti carî rê nadin teror û tirsandinê!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlerê bi hejmarek balyozên welatan ên Iraqê re civiya.

Hat ragihandin, di civîna îro 2yê Mijdarê, ligel balyozên Amerîka, Yekîtiya Ewropa, Îtalya û Hindistanê beşdarî kirin de, pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û wan welatan û rewşa giştî ya Iraqê ya piştî avakirina hikûmeta nû ya federal hate gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de, diyar kir ku Herêma Kurdistanê daxwazkarê baştirîn pêwendî ye ligel hikûmeta federal û hêvî dikin hikûmeta nû, di çarçoveya bicihkirina karnameya xwe de kar bike, ji bo xizmetkirina welatiyan û pêkhateyên cuda yên Iraqê û li ser bingeha destûrê.

Herwiha got ku divê hikûmeta Iraqê kêşeyên rawestandî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, bi awayekî bingehîn çareser bike.

Mesrûr Barzanî kurteyek li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem di warê hemecûrekirina aborî û dîjîtalkirin û pêngavên ber bi hikumraniyeke elektronî de jî pêşkêş kir û destnîşan kir, “Em ti car li Herêma Kurdistanê rê nadin teror û tirsandinê.”

Balyozên welatan jî amadebûn û xwesteka welatê xwe ji bo alîkarî û pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê anîn ziman.