Erdogan ji bo nebûna HDPê di civîna 6 partiyên opozîsyonê de got: HDPê dîn dikin…
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan îro 16ê Sibatê di vegera xwe ya ji Îmaratê de, bersiv da pirsên rojnamevanan.
Erdogan li ser pirsa beşdarnekirina HDPê di nav civîna 6 partîyên opozîsyonê de ku hefteya borî bi pêşengiya CHPê hatibû kirin got, ‘HDPê dîn dikin.”
Erdogan li ser pirsa; “Serokên 6 partiyên opozîsyonê civînek kirin. Gotin, sîstema hikûmeta serokomariyê sîstemeke kêfî ye û rêzikan nas nake. Çi difikirî?” got ku ew bêrêziyê dikin, lewra ew sîstem ji aliyê milet ve hatiye anîn û ev jî bêrêziye li îradeya gel.
Erdogan di dewamê de li ser nebûna HDPê jî got, “Hatina wan a cem hev manedar e. Çima 28ê Sibatê? Ev xerîb e. Li aliyê din jî HDPê dîn dikin. Hey wisa bû wê jî bigirin cem xwe. Ev gelek caran têne ba hev, lê tiştek ji van dernakeve. Em wek Tifaqa Cumhur ligel MHP û BBPê bi gavê ewle li ser rêya xwe berdewam in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin