Erdogan û Bahçelî civiyan: Ocalan jî di rojeva wan de bû
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li Koşka Serokomariya Tirkiyê civiyan.
Derbarê naveroka hevdîtina Erdogan-Bahçelî de, daxuyaniyeke fermî nehate dayîn.
Li gorî medya Tirkiyê mijarên sereke yên hevdîtinê mijara banga Bahçelî ya ji bo Abdullah Ocalan û metirsiyên şer ên Rojhilata Navîn e.
Herwiha tê gotin ku mijarên têkildarî siyaseta navxwe ya Tirkiyê û pirsa tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên hilbijartî yên DEM Partiyê jî hatiye axaftin ku Erdogan, beriya niha sînyala berdewama tayînkirina qeyûman dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin