Ereban bi tapoyên sexte xwe kirine xwediyê zevî û malên Kurdan

20 December 2020 15:37 0 dîtin
Ereban bi tapoyên sexte xwe kirine xwediyê zevî û malên Kurdan

PeyamaKurd - Qeymeqamê rewa yê nehiyeya Sergeran a bajarokê Dûbiz ê parêzgeha Kerkûkê Loqman Husên ragihand, erebên hawirde tapoyên zevî û malên kurdan bi rengekî sexte çêkirine û xwe kirine xwediyê wan û hêzên ewlehiyê jî nahêlin cotkarên kurd çandiniya xwe bikin.

Loqman Husên ji BasNewsê re daye xuyakirin, dema wezîrê navxwe yê Iraqê hefteya borî serdana Kerkûkê kir, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî komek erebên hawirde bir cem wî da ku xebatên xwe yên erebkirinê rewa bike.

Loqman Husên dibêje, piştî wê bi îsrara cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad, komîteyek bo çareserkirina arîşeyên wê deverê bi taybet gundê Pelkane pêk hat ku divê ew komîte di nav 15 rojan de destnîşan bike kî mafdar e û kî ne mafdar e.

Qeymeqamê rewa yê Sergeran got ku wan bi komîteyê re axivîye û ji wan re gotine,”Em bi cotkarên gundê Pelkane re jî rûniştin. Erebên hawirde tapo û belgeyên zevî û malên kurdan sexte kirine û bi rêveberiya çandiniya Kerkûkê jî dane qebûlkirin.”

Husên da zanîn, heta niha jî erebên hawirde li nav gndê Pelkane mane û hêzên ewlehiyê jî nahêlin cotkarên kurd karên xwe yên çandiniyê bikin, bi behaneya ku hîn komîteyê biryar nedaye.