Ereban bi tapoyên sexte hewil dan dest deynin ser zeviyên kurdan

27 November 2019 19:14 0 dîtin
Ereban bi tapoyên sexte hewil dan dest deynin ser zeviyên kurdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Sergeran ya bajarê Dûbiz yê Başûrê Kurdistanê, ereban nehîştine ku kurd zeviyên xwe cot bikin û hewla zeftkirina zeviyan wan dane.

Hat zanîn ku doh komek erebên ku di dema Sedam Husên de ji deverên başûrî yên Iraqê derbasî Kurdistanê hatine kirin, li gundê Pelkane yê nehiya Sergeran ya bajarê Dûbiz yê Kerkûkê êrîşî cotkarên kurd kirine ku zeviyên xwe cot dikirin.

Li gorî nûçeya BasNewsê kesekî xelkê gundê Pelkane ragihandiye ku doh dema cotkarên kurd zeviyên xwe cot dikirin, komek ereb, ku di destê wan de tapoyên sexte hebûn, êrîşî wan kirin û bi behaneya ku ew zevî yên wan in, nehîştin kurd zeviyên xwe cot bikin.

Herwiha piştî ku alozî mezin bûye jî komek serbazên Iraqî çûne cihê bûyerê û bi zorê soz bi cotkarên kurd dane îmzekirin ku nabe wan zeviyan cot bikin û serbazan rê nedan ereban jî wan zeviyan cot bikin.

Cotkarên kurd daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê û nûnerên kurd li parlementoya Iraqê kirin wê arîşeya wan çareser bikin û nehêlin zeviyên wan ji aliyê ereban ve bên desteserkirin.