Li Hewlêrê mafyeya dolar û dînarê sexte hate desteser kirin

19 June 2023 20:10 0 dîtin
Li Hewlêrê mafyeya dolar û dînarê sexte hate desteser kirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê ragihand ku polîsê Hewlêrê 3 tometbarên mafyayeke sextekirina dolar û dînarê Iraqî li Hewlêrê desteser kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê de hat gotin, hêzên Rêveberiya Asayişa Aborî ya Rêveberiya Giştî ya Asayişê piştî wergirtina biryara dadwerî, di operasyoneke taybet û serkeftî de li Hewlêrê 3 tohmetbarên ser bi mafyayekê desteser kirin.

Hat diyarkirin ku pereyên sexte, hemû alavên sextekariyê, du qalibên zêr ên sexte û parçeyek bermahiyên arkeolojîk bi wan kesan re hatine desteserkirin û wê gumanbar piştî lêpirsînê ji bo dadgehê bên şandin.

Asayîşa Hewlêrê destnîşan kir, “Em welatiyan piştrast dikin ku hêzên me amade ne mal û canê hemwelatiyan biparêzin.”