Romanowski: Amerîkayê ji bilî rêgiriya Dolarên qaçax destwardana nirxê Dînarê Iraqê nekiriye

24 January 2023 20:28 0 dîtin
Romanowski: Amerîkayê ji bilî rêgiriya Dolarên qaçax destwardana nirxê Dînarê Iraqê nekiriye

PeyamaKurd – Li ser krîza bilindbûna nirxê dolar li hember dînarê Iraqê Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski got, Amerîkayê di siyaseta darayî de û diyarkirina bihayê Dolar li hember Dînar ti destwerdan nekiriye, lê belê tenê rêgirî li spîkirina pere û qaçaxçîtiya Dolaran kiriye.

Alina Romanowski ji televîzyonekê re daye xuyakirin ku Amerîkayê hewl daye sîstema bankî ya li Iraqê pêş bixe û bi bankayên cîhanî ve girê bid û got, Amerîkayê bi hevahengiya Banka Navendî ya Iraqê, rêgirî li spîkirin û qaçaxbirina Dolaran ji Iraqê ji bo derve kiriye.

Herwiha Balyoza Amerîkayê da zanîn, ev rêkar beriya du salan ji aliyê bankayên Iraqê ve hatiye meşandin, bi awayekî ku rêkeftin di navbera Banka Federal a Amerîkayê û Banka Navendî ya Iraqê de heye.

Romanowski bibîr xist ku ew bi berdewamî çavdêriya rewşê dikin û bi Banka Navendî ya Iraqê re di nava hevahengiyê de ne.