‘Îran bi propaganda, nûçeyên derew û wêneyên sexte nikare êrîsa Hewlêrê bincil bike’
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî, derbarê propagandaya medya û rejîma Îranê ya piştî êrîşa 15ê Çileyê ya ser Hewlêrê de daxuyanî da.
Hewremanî li ser medya civakî Xê bal kişand ser propagandaya bi nûçeyên derew û wêneyên sexte yên li ser êrîşa Pasdarên Îranê ya ser Hewlêrê û got, bi ti propagandayan, nûçeyên derew û wêneyên sexte nikarin êrîşa ser Hewlêrê bincil bikin.
Hewramanî bibîr xist ku tevî şandên Hikûmeta û Parlamentoya Iraqê çûne cihê bûyerê mala şehîd Pêşrew Dizeyî û bi xwe dîtine bi bê moşekên Îranê çawa tawana dijî sivîl, zarok û jinan hatiye kirin jî, bi îdiayên bêbingen ên rayedarên Îranê mirov pir şaş dimîne.
Herwiha Hewramanî diyar kir, pirsa di medyayên cîhanê û herêmê de bê kirin, ew e ku gelo wê moşkên Îranê niha bigihin kîjan dever û welatên Îran wan wek dijmin dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin