Riza Altun: Nûçeyên derbarê kustina min de hatine belavkirin, sas û derew in

11 May 2019 16:24 0 dîtin
Riza Altun: Nûçeyên derbarê kustina min de hatine belavkirin, sas û derew in

PeyamaKurd - Riza Altunê ku medya tirkî gotibû hatiye kuştin, nûçeya kuştina xwe red dike û dibêje nûçeyên derbarê kuştina wî de hatine belavkirin, şaş û derew in.

Endamê Desteya Rêveber ê PKKê Riza Altun ragihand, nûçeyên di derbarê kuştina wî de hatine belavkirin, şaş û derew in, “Medyaya Tirkiyê dijî PKKê şerekî taybet bi rê ve dibe û dixwaze hişmendiya xelkê Tirkiyê bi rê ve bibin. Pêwîst e mirov baweriya xwe bi wan neyîne û girîngiyê nede wan.  “

‘RAST E, DI 21ê ADARÊ DE QENDÎL HATE BOMBEBARAN KIRIN LÊ EZ NE LI WIR NEBÛM’

Altun, “Medyaya Tirkiyê ji berê ve dijî tevgera me, siyaseta şerê taybet bi rê ve dibe. Ev şerê taybet di demên dawî de dijwartir e. Bi berdewamî nûçeyên şaş û derew belav dikin. Armanca wan rêvebirina hişmendiya xelkê ye. Herwiha dixwazin moralê aliyên welatparêz jî têk bidin.

Rast e, di 21ê Adarê de Qendîl hate bombebaran kirin lê ez ne li wirnebûm. Çi pêwendiya wê êrîşê bi min re nîn e. Digel ku ez ne li wir bûm, hikûmeta Tirkiyê pêwîstî dît, bangeşeyekê bi vî rengî bike. Divê mirov baweriya xwe bi van nûçeyên şaş û derew neyîne. Ev bangeşeya şerekî taybet e. Divê mirov girîngiyê nede wê.”