Ji ber nûçeyên derbarê kustina Baris Çakan de 36 kes hatin girtin
PeyamaKurd - Navenda Emnîyeta Enqere ya Tirkiyê ragihand ku li nav bajêr 36 kes hatine girtin ku di derbarê kuştina Bariş Çakan de nûçe û parvekirinên nerast li ser medya civakî belav kirine.
Emnîyeta Enqerê ragihandiye ku wan hejmarek kesên di derbarê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan de nûçeyên nerast belav kirine, desteser kirine.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku 36 kesên derbarê kuştina Bariş Çakan de nûçeyên nerast belavkirine di operasyonekê de hatine girtin û proseya yasayî ji bo wan hatiye destpêkirin.
31ê Gulanê bi şev li bajarê Enqerê ciwanekî Kurd ji aliyê 3 ciwanên nijadperestên Tirk ve bi sedema ku li muzîka Kurdî guhdar dike û Kurd bûye hatibû kuştin ku li raya giştî deng vedabû. Tevî ku hevalên Bariş piştrast kiribûn ku ji ber Kurdî û Kurdbûnê rastî êrîşê hatiye û hatiye kuştin jî berpirsên Tirkiyê ew yek red kiribûn û bavê Bariş Çakan jî kişandibûn aliyê xwe û dengê malbatê birîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin