Walîtiya Enqerê bûyera kustina Baris Çakan bi ‘dengê azanê’ ve girêda
PeyamaKurd – Piştî ku xortê ku Bariş Çakan şeva borî li parkeke Etîmesgut a Enqerê bi sedema guhdarkirina muzîka Kurdî ji aliyê çend kesên nijadperest ve hat kuştin, Walîtiya Enqerê îro derbarê bûyerê de daxuyanî da.
Di daxuyaniya walîtiyê de tê gotin ku kesên bi kêran Bariş Çakan kuştine, bi sedema ku Bariş hişyarî daye wan kesên dema azan dihat xwendin, bi dengê bilind di otomobîla xwe de muzîk guhdar dikirin û bûyer piştî wê rû daye.
Walîtîyê daye xuyakirin ku bûyer ne ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî rû daye û hevalê Bariş jî di îfadeya xwe de gotiye ku ji ber wan hişyarî daye wan kesên êrîşkar bo dengê muzîka xwe kêm bikin li dema xwendina azanê, bûyer qewimî ye.
Cenazeyê Bariş Çakanê 20 salî ku ji navçeya Panosê ya Agiriyê ye îro li Enqerê bo axê tê spartin.
Li gorî daxuyaniyên malbata Bariş Çakan, kurê wan bi sedema guhdarîkirina muzîka Kurdî hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin