Ji Walîtiya Mêrdînê daxuyaniya kustina ciwanê li Midyadê: Lingê polîs semitî û çek teqiya

04 September 2022 10:55 0 dîtin
Ji Walîtiya Mêrdînê daxuyaniya kustina ciwanê li Midyadê: Lingê polîs semitî û çek teqiya

PeyamaKurd – Parêzgariya Mêrdînê, li ser kuştina ciwanê 21 salî Adem Kara li navçeya Midyadê ku 1ê Îlonê dema ji polîs reviyabû bi guleya polîs ji serê xwe hatibû birîndarkirin û can dabû, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye îdiakirin ku dema ew ciwan ji polîs reviyaye, lingê polîs şemitiye û demançeya wî bêyî daxwazê gule berdaye û ew ciwan bi wê guleyê hatiye kuştin.

Parêzgariya Mêrdînê li ser bûyera 1ê Îlonê ku li Kolana Sanayî ya Midyadê rû daye ev daxuyanî da: “Di operasyona ser du gumanbaran a li taxa Sanayiyê de, Adem Kara xwest ji destê tîmên me bireve, li ser vê yekê ji aliyê personelên me ve guleya hişyariyê li hewayê hat avêtin. Dema ku kesê hewl da bireve, xebatkarên me dest bi şopandinê kirin û lingê wî li peyarêyekê ket, di encama teqîna çeka ku di destê wî de bû ew birîndar bû. Kara rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û da. Em sersaxiyê ji malbatê re dixwazin.”

P parêzgariyê herwiha daye xuyakirin ku lêkolîna li ser bûyerê didome.

Li gorî şahidên bûyerê jî dema Adem Kara li otomobîla polîsan siwar kirine reviyaye û polîsan jî 2 gule li stû û pişta wî xistine û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê can daye.