Daxuyaniya Rûsyayê ya li ser kustina Heniyye: Wê ragesî zêdetir bibe
PeyamaKurd – Rûsyayê kuştina lîderê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniyye şermezar kir û ew wek "kuştina siyasî ya nayê qebûlkirin" bi nav kir.
Hamasê îro ragihand ku Heniyye di êrîşekê de li ser mala wî ya li Tehrana paytexta Îranê hatiye kuştin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ji ajansa nûçeyan a fermî RIA Novostî re got: "Ev qetlîameke siyasî ya ku nayê qebûlkirin e û dê bibe sedema zêdebûna rageşiyê."
Alîkarê Serokê Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev jî got ku ew li bendê ne ku li Rojhilata Nêzîk kîna dualî zêde bibe. Kosaçev li ser Telegramê nivîsî: "Li herêmê dema herî dijwar a pevçûnê destpê dike."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di Îlona 2022an de li Moskowayê mazûvaniya Haniyeyê kiribû ku li ser kêşeya Îsraîl û Filistînê gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin