Hunermendên Kobanê kustina Baris Çakan sermezar kirin: Emê bi Kurdî bixwînin û bistrên!
PeyamaKurd - Hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê, kuştina Bariş Çakan ji aliyê nijadperestên tirk ve şermezar kirin.
Di daxuyaniya ku li pêş navenda hunerê ji aliyê endama navendê Zîlan Hemo ve hatiye xwendin de, tê gotin; "Dibe ku her kes bûyera li Tirkiyê ya qetilkirina ciwanê Kurd ê bi navê Bariş Çakan bihîstiye. Bariş Çakan (20) ji bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ye û dema wî guhdarî stranên kurdî dikir, çend nîjadperestên Tirk bi kêran êrîşî wî kir. Di encamê de Bariş Çakan jiyana xwe ji dest da.”
Di berdewama daxuyaniyê de hunermendên Kobaniyê dibêjin; “Bûyera ku rû daye li gorî dewleta Tirk pir normal e! Ji ber ku hişmendiya wê li ser qirkirin û asîmîlekirina çanda gelan ava bûye û hîn jî siyaseta xwe ya qirêjî bi vî şêweyî berdewam dike. Herwiha ji wê zêdetir li Bakurê Kurdistanê destdirêjî û êrîşî tevahî nirxên mirovahiyê ji çand, huner, ragihandin, vîna gelan, nûnerên gel, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û azadîxwazan dike.”
Hunermendên Kobanê herwiha bang li hemû saziyên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û hemû azadîxwazên cîhanê kirin ku helwesta xwe li hember van kiryarên qirêjî û faşîstî nîşan bidin û wiha gotin: “Em van kiryaran bi tundî şermezar dikin û helwesta xwe li dijî faşîzmê nîşan didin. Herwiha soz didin ku dê bi zimanê xwe bixwînin, bistrên û helbestan binivîsin, em ê faşîzmê hilweşînin ta giyanê Bariş û hemû şehîdên heqîqetê raweste.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin