Dozgeriyê ji bo kujerên Baris Çakan cezayê muebetê xwest

06 August 2020 20:00 0 dîtin
Dozgeriyê ji bo kujerên Baris Çakan cezayê muebetê xwest

PeyamaKurd – Dozgeriya Enqerê doznameya derbarê kuştina ciwanê Kurd ê 20 salî Bariş Çakan ku ji ber guhdariya muzîka Kurdî ji aliyê çend kesên nijadperest ve hatibû kuştin amade kir.

Li gorî doznameya serdozgeriyê, ji kesên Bariş kêr kirine û bûne sedema kuştina wî yên bi navên;  Alperen. B, Kubilay H.Y û O.K.Y ku temenê wî bin 18 salî ye doza ‘kuştina qestî’ hatiye vekirin.

Herwiha di doznameyê de ji bo her sê kesên bûne sedema kuştina Bariş Çakan cezayê muebetê yê zîndanê hat xwestin.

Dozgeriyê di doznameyê de diyar kiriye, Çakan ji ber guhdana muzîka bi dengê bilind hişyarî daye wan kesan û bi kêran ji aliyê wan ve hatiye kuştin, lê belê li gorî îfadeyên hevalên Bariş ji ber ku wan muzîka Kurdî guhdar kirine êrîşî wan hatiye kirin.

Di doznameyê de jî hatiye gotin ku îfadeyên gumanbaran û yên hevalên Bariş Çakan nakok in û herwiha îfadeyên êrîşkaran jî di nav xwe de nakok in.

‘Bariş ji ber Kurdbûna xwe hat kuştin'