Ji bo nûhkirina kela Hewlêrê 670 hezar dolar fon veqetand
PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê ji bo nûhkirina beşekî ji Kela Hewlêrê bi miqdarê 670 hezar dolarî pere veqetand. Di kelehê de wê navenda perwerdê ya zarokan bê avakirin û beşekî jê bê nûhkirin. Ji wezareta karên derve ya Amerîkayê cîgira wezîr yê ji karên Iraqê û Îranê berpirs Jennifer Gavito û heyeta pêre, bi parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnav re, kela Hewlêrê ziyaret kirin.
Gavito li kelê ragihand ku wan ji bo nûhkirina beşekî kelê 370 hezar dolar îlawe finansman veqetandine. Ji bo di kelehê de navenda wergera zarokan bê avakirin, 300 hezar dolar pere bexşandine. Amerîka heya niha 1.5 mîlyon dolar pere ji bo kelehê serf kiriye an veqetandiye.
Gavito ragihand ku Amerîka ji bo Hewlêr, Silêmaniye, Duhok, Babîl û Mûsilê ji bo berhemên dîrokî bên nûhkirin û parastin 11 mîlyon dolar fon dane. Jennifer Gavito weha got:
“Bi van hewldanan wê berhemên çandê bên parastin, wê arkeolog di mijara kolandinê de bên perwerdekirin. Amerîka biryarê daye da mirata çandê ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêze. Em ji çanda we ya dewlemend re rêz digrin û dixwazin nifşa we ya nûh van tiştan bizanibe.”
Parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnav jî ji bo alîkariya Amerîkayê sipasiya wan kir û got:
“Wê ev bibe pêngavekî ji bo nûhkirina keleha Hewlêrê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin