Nêçîrvan Barzanî: Hewildanên binpêkirina mafên destûrî, nayên qebûlkirin

29 May 2023 15:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Hewildanên binpêkirina mafên destûrî, nayên qebûlkirin

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duh li Duhokê beşdarî pêncemîn merasîma derçûna Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê (AUK) bû.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û gelek mêvan beşdarî merasîmê bûn.

Hat diyarkirin ku di merasîmê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û nirxandin li ser xalên 13 û 14 ên ku li dijî bûdceya Herêma Kurdistanê di Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de hatine sererastkirin, hatin kirin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Cihê nîgeraniyê ye ku hinek alî hewil didin rê li rêkeftinan bigirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê bikin.

Bi hêviya serkeftinê ji bo xwendekarên ku nû derçûne, Nêçîrvan Barzanî beşeke girîng ji gotara xwe amaje bi xalên ku li dijî Herêma Kurdistanê di proje yasaya budceya Iraqê de li Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hatiye rastkirin, kir.

Nêçîrvan Barzanî, axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Hemû haydar in ku piştî ku hevpeymaniya desthilatê li ser pêkanîna hikûmeta federal a Iraqê li hev kir, li wî welatî cureyeke aramiya siyasî pêk hat. Gelê Iraqê bi giştî û dostên wan li seranserê cîhanê li hêviya encamên erênî yên vê rêkeftinê ne û hêviyên xwe ji bo pêşerojeke baştir ava kirine. Gelek nîgeran e ku hinek alî hewîl didin rêgiriyê li têgihiştin û rêkeftinên di navbera aliyan de bikin.

Ev dibe sedema şikestina xeyalan. Hewildanên binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê qet nayên qebûlkirin. Înîsiyatîfên bi vî rengî, bi kêrî tu kesî, Iraq û aramiya welêt nayê."

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku nêzîkatiyên bi vî rengî ji bilî dubarekirina ezmûneke neserkeftî ne ku di encama wê de zerarê daye Iraq û hemû civakên Iraqê û got,

“Ji ber vê yekê ez bang li hemû aliyan dikim ku pabendî rêkeftinan bin û karkirin û aramiya welêt biparêzin. Rêya rast ji bo derbaskirina pirsgirêk û qeyranên li Iraqê, pabendbûna bi rêkeftina navbera partiyan bi giştî û aliyên hevpeymaniyê ye ku dê bi taybetî dewletê bi rê ve bibin.

Iraqa ku tenê hemû mafên destûrî yên hemû pêkhateyan tê parastin û rêzgirtin, divê bibe yekrêziya me hemûyan. Dîrokê ev yek îsbat kiriye û divê em hemû ji rabirdûyê ders bigirin. Hem li Iraqê hem jî li Herêma Kurdistanê gel ji nakokiyên siyasî bêzar bûne. Divê em hemû xwe binirxînin û berjewendiyên bilind ên welêt li ser her tiştî bigirin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku pêkhateya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tenê bi yekrêzî, hevpejirandin û pêkvejiyan tê parastin û amaje bi wê yekê jî kir ku bi vî awayî ew ê ber bi paşerojeke baştir ve biçin.