Erebistana Si’ûdiyê 5 mîlyar dolar pere disîne banka navendî ya Tikiyê

23 November 2022 00:49 0 dîtin
Erebistana Si’ûdiyê 5 mîlyar dolar pere disîne banka navendî ya Tikiyê

PeyamaKurd – Wezareta darayî ya Erebistana Si’ûdiyê ragihand ku ji bo 5 mîlyar dolar pere bişînin banka navendî ya Tirkiyê (TCMB) di xebata dualî de hatine asta dawiyê ku êdî biqede. Berdevkê wezareta darayî yê Erebistanê li ser pirsa ajansa Reutersê di ser hesabê e-posta ajansê de weha gotiye:

“Ji bo em bi miqdarê 5 mîlyar dolarî pere bişînin mewdûata banka Tirkiyê ya navendî, hevdîtinên me di asta dawiyê de ne an ku li ber qedandinê ne.”

Erebistan, di adara borî de her weha ji bo banka Misrê jî 5 mîlyar dolar pere şandibû. Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan dema ji Qatarê dadigeriya, ji bo rojnamevanan gotibû ku rezervên Banka Navendî gihaye 123 mîlyar dolarî. Dibe ku vê mehê bigihê 130 mîlyar dolarî.

Di adara borî de, Banka Navendî ya Tirkiyê di qanûna xwe de guherînekî kiribû û di qanûna nû de hatibû gotin ku perên bankên navendî yên dewletên biyanî yên di banka navendê ya Tirkiyê de, nabe ku haciz an tedbîrên îhtiyadî deynin ser wan. Qanûn di rojnama fermî de hatibû weşandin. Ev guherîn baweriyê dabû bankayên navendî yên dewletên dinyayê.