Banka Dinyayê ji bo bajarên erdheja Marasê 1 mîlyar dolar pere dide
PeyamaKurd - Banka Dinyayê ji bo bajarên erdheja Maraşê yên ku bandora neyînî li wan bûye, ji bo îmara wan 1 mîlyar dolar pere temîn kiriye.
Wezîrê hawirdoriyê, bajarvanî û guherîna kêş û hewayê yê Tirkiyê ragihandinê kir. Özhaseki got:
“Di çarçova ‘Projeya Piştî Erdheja Tirkiyê ya Başkirin û Îmarê’ de bajarên ku ji erdhejê bandorê dîtine, ji bo avakirina wan ‘Banka Dinyayê’ finansmana bi 1 mîlyar dolarî tesdîq kir.
Ji vê krediye 684,8 milyon dolarê wê ji bo wezareta hawirdoriyê, bajarvanî û guherîna kêş û hewayê ya Tirkiyê hatiye tehsîs kirin, 296,5 milyon dolarê wên ji bo wezareta me ku li gundan xaniyan ava bike hatiye tehsîs kirin û 388,3 milyon dolarê wê, wê ‘Banka Bajaran’ ji bo herêma erdhejê, ji bo avakirina avahiyên wan yên bingehîn dê bikarbîne.
Wê li herêma erdhejê şebekeyên avê, şebekeyên ava baranê, ya kanalîzasyonê, îstasyonên îtfaiyên şaredariyan, ji bo mudaxela rewşa lezgîn, ekipmanên şaredariyan, alavên rizgarkirinê û nûkirina alavên civandina gilêşan bê bikaranîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin