YAyê muhafiyeta Sûriyê ya ji dorpêçan bi sedema erdheja Marasê 6 meh dirêj kir

14 July 2023 22:45 0 dîtin
YAyê muhafiyeta Sûriyê ya ji dorpêçan bi sedema erdheja Marasê 6 meh dirêj kir

PeyamaKurd – Rêvebirên Yekîtiya Awrûpayê ragihandin ku bi sedema erdheja Maraşê, ji bo alîkarî bigihê Sûriyê, ji bo 6 mehan Sûriyê ji dorpêçan muhaf kir. Bi rakirina dorpêçan ya ji bo 6 mehan, desteka mirovî wê zûhtir bigihê xelkê Sûriyê.

Li gor ragihandina konseya ewlehiyê ya YAyê; bi sedema ku erdheja 6ê sibatê li Sûriyê bandorê kir, hinek dorpêç ji 23 Sibata 2023an rakiribûn û niha ew dorpêç wê heya 23 ê Sibata 2024an nên bicîhanînin. Muhafiyet ji bo kes û dezgeyên di lîstê de ne ku heyiyên wan hatibûn cemidandin û ji bo wan fon û temîna çavkaniyan  hatibûn qedexekirin.

Dorpêçên ku ji sala 2011an heya niha dewam dikin, ne ji bo xida, derman û alavên tibbî ne.