Li bajarên Marasê û Erzeromê erd hejiya
PeyamaKurd – Îro li du bajarên Kurdistana Bakûr erd hejiya. Li bajarê Mereşê li navça Pazarcıkê bi pileya 3.8 erd hejiya û erdhej di kûrahiya 8 km yan de siet di 21.15an de çêbû.
Erdheja dinê li bajarê Erzeromê li navça Xorasanê siet di 19.33an de bi pileya 3,9 ê di kûrahiya 7 km yan de çêbû.
Li her dû deverên Kurdistanê jî di mijara zerar û ziyana maddî an canî de heya niha ti zerarekî nehat ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin